Çawa hûn jî zanin strana bi navê "Husna Canê" bi nav û deng e. Lê belê Husna kî ye? Ji ku ye? Çima miriye? Û çima ev stran li ser wê hatiye nivîsandin? Pirê me nizanin. Husna bi xuşk û birayên xwe ve deh kes in. Navê dayîka wê Sebê, navê bavê wê Mamed e. Di sala 1937'an de li gunde Meletî yê bi navê Bekiran (Kürecik) ji dayîk bûye. Mezina Xuşk û birayan e. Keçekî ûsa delal e ûsa nazik ûsa nazenîn e nayê wesifdan! Ez wan ebrûyên kevanî ji we ra bêjim, wan çavên Xezalî, wan dêmên hinarî ya wê bejna rihanî... Hê di ciwaniya wê da xortê gund li ser wê stranan dihûnin. Xwezgîniyê wê dor nadin hev. Husna û niviyê Bûbê yê ji gundê Kepezê bi hev ra dilgirtî ne. Heta Bûbê hatiye wê ji niviyê xwe ra xwestiye û bavê Husna Mamed jî jê ra erê kiriye. Lê belê Îbik'ê Kistikan tê xwe di ber wan ra dike û ji Mamed ra dibêje: Tu yê keça xwe bidî Mîrxan'ê min. Mîrxan yekî dînoke ye. Mamed çiqas bibêje heyra min keça xwe daye jî, Îbik dev jê bernade.-Dibêjin piştî bapîrê Husna Dimre dapîra wê dere ji Kisikan dizewice- îja Îbik dema tê Husna dixaze dapîra wê jî bi xwe ra tîne û malbat jî nikare gotina dapîrê li erdê xe. Welhasil Husna jî çiqas bêje: Ez bi Mîrxan ra nazewicim, Mîrxan dîn, radibin bi darê zorê Husna didin Mîrxan'ê kurê Îbik. Dibêjin Mîrxan di heman demê de yekî pir dexes e. Dema ku Mîrxan seh dike ku xortê Bekiran strana li ser Husna hûnaye, pir dibehece û radibe li Husna dixe. Lê dixe hema ne carkî ne du car, ne mehkî ne du meh. Tam çar meh hero hero li vê karxezalê dixe. Canê Husna ji ber derbê Mîrxan reş û mor dibe. Piştî çar meha hindî Husna hew diqedîne, rojekî bi hawayekî direve, dere mala bavê xwe û tiştê ku Mîrxan haniye serê wê ji serî heta binî ji malbata xwe ra dibêje. Malbat xwedî li keça xwe derdikeve û dibêjin başe tu hatiye malê. Çi dibe bira bibe, em hîda te naşînin cem ew bênamûs. Roja din Mîrxan bi hespê xwe ji bo Husna'yê tê, lê belê Bavê Husna bera Mîrxan dide û wî ji mala xwe diqewitîne. Hema roja din îja bavê Mîrxan tê ji Husna û Bavê wê ra hezar lavaya dike û wan îqna dike. Dema Husna diçe cem Mîrxan ta'de û eziyeta Mîrxan hê jî zêdetir dibe. Piştî sê meha Husna ji ber te'da Mîrxan nexweş dikeve. Bavê Husna wê dibe nexweşxanê. Hekîm dibêje pençeşêr di keça te da derketiye û xelasiya wê jî pir zor e. Sê mehê din jî derbas dibe, di sala hezar û nehsed û pêncî û heftan de Husna ji ber te'de û îşkencehên Mîrxan rihê xwe teslîm dike... Dibêjin dema wesiyata wê ya dawî jê pirsîne gotiye: We min da yekî dîn û vaye hûn dibînin bê çi hatiye serê min. Wesyeta min a dawî eve: *Ez ji we rica dikim! Çi keç dibe çi kur dibe* *kesî bi darê zorê nezewicînin*
Keşge hüsna ablamızın derdi acısı her yerde bilinseydi bende görücü usulü evlendim nasıl gördüm deli dedim ama kimse beni dinlemedi zorla evlendim ama yine haysiyet ettim evimin sorunu sırrını kimseye söylemedim ne tarafı benim başıma neler neler getirdi sonu ne mi oldu şimdi boşanma sürecindeyim ne olursun iki kişinin birleştireceği hayata karışmayın yapmayın 🥹🥹🥹
Bu sabah kalkıp namazımı kildiktan sonra uykuya daldım rüyada kucuklugum anılarım geldi olmuş ablambabamla annemin gençliği bı kaset gibi serildi gözümün önüne uyandigim da ise bu şarkıyi mırıldandım burada bı anım olarak kalsın istedim keşke yine küçük olsam annem babam yine genç olsaydi ablam yasiyo olsaydı 😢eskileri çok özledim guzil dışa ez zarbuma(01:01 Şubat 2024)😔😔😔🤧😭🥀🥀🥀🥀
Ben şimdi 20 yaşındayım bu şarkıyı çocukken tv de çıkıyordu hatırlıyordum çok aradım bulamadım bugün bir arkadaşımın dinlediğini duydum ve gördüm adını şuan benden mutlusu yok♥️
Te kalkirim bi ciwanî Lê ez xort, bûm tu baş zanî Pelê dara min te weşand Buhar çû, te payîz anî Pelê dara min te weşand Buhar çû, te payîz anî Hêviya min nema di jînê da Bê kes mame vê dinê da Gula dilê min çilmisî Qe şîn nabe ji îro pêda Birîn kûre cebar nabe Bi dermanan rehet nabe Heyfa min tê li wê heyfê Ku li mirinê çare nabe Hêviya min nema di jînê da Bê kes mame vê dinê da Gula dilê min çilmisî Qe şîn nabe ji îro pêda Te kalkirim bi ciwanî Lê ez xort, bûm tu baş zanî Pelê dara min te weşand Buhar çû, te payîz anî