Ji dengê Evdilezîzê Leşker strana XEZALÊ Hêê hêêê hehûûû Lê lê xezalê gundê me çar in woooooy, Xezalê gundê me çar in Li serê zinara li Mêrdîna şewitî Sibehê û êvara pê de tê ne xwarê li min xerîbêêê Hehûûûû Ez ê çi bikim sala weke vê salê Toz û xubara herdu memikê min evdalî Xwedê, Lê hê tana kirasî û kitanî meleztengî xwarê ax li min lê lê lê ..... De rabe xezalê axxx ê êêê ay... De rabe Xezalê bi hogirê bi hevalê, Bi şoxê bi şepalê, Ez ê heft sala rûnim li balê, Têr nabim ji hisnê ji sehetê ji cemalê Piştî bejna Xezala Mîr Mihema Ez ê xwe hewc û av û derav û raponê çiyayê Şingalê li min êêê Wey de rabe li halê me xerîbanooo ... Hehehiiiii Lêê hê lêêêê peyakê min girtibûn li ser rêka cila vê Merdenê. De wela tu bikî Xaliqî rebê bi tenê. Tu wê bisekine li hêviya min goyînê, li min pepûkê li min êxsîrê weylê weylê weylêê Min rebenê.. Lê hê lê heke tu deyndar î em ê deynê Îbadî bidenê, heke tu xizanî, em ê xenî bikin zêr û zeynetî malê dinê. Lê hê lê de tu şevanî nîvê şevê were devê xwe bike tama xala nîşana li gerdenê lê Gulê, lê Gulê lê hêêê hêêê hêêê. ... aaay Ez ê ji gula guli gulperî me, ez ê ji gula guli gulperî me Ez ê bi ser şax û bi kezî me. Li ser delingê siltan Ehmedî me. Heke w'ez bimrim ez ya erdeka sar giran im, ez bimînim ez ya lawkê xwe ya Mehdenî me li min êêê waax hêêy hêêy hehûûû.... (Ji deng wergerandin Bahadîn Robar)