Тёмный

Belgesel - Evdalê Zeynikê (2018) 

Serhad S
Подписаться 23 тыс.
Просмотров 46 тыс.
50% 1

Kanalımızı takip etmeyi unutmayın: goo.gl/BAm9ap
Evdalê Zeynikê. Kurê Mistefayê Hesenê Silêman e. Wexta Evdal hin biçûk bûye, bavê wî dimire, dîya wî Zeynê wî mezin dike, lewma bi navê bavê xwe va na, bi navê dîya xwe va tê naskirinê.
Evdal xelqê Dutaxê, gundê Cemalvêrdî ye. Dengbêj Şakiro jî gelek salan li vî gundî ma ye. Cemalvêrdî li berpala çîyayê Qertewîn, gundekî xweş e.
Evdal di serê salên 1800î da tê dinê, serê salên 1900î da diçe ser emrê xwedê. Yaşar Kemal, ji wî ra dibêjine “Homerosê Kurdan”.
Evdal heta 30 salîya xwe, rêncberî û cotkarîyê dike. Heta wî emrê xwe kilam negotîye. Ji sî salîya xwe bi şûn da, rojekê gelekî nexwaş dikeve. Heftekî, deh roja wusa nava cî nivînan da nexwaş dimîne. Rojekî xewnekî dibîne. Di xewnê da yek tîne kode garis berî gewrîya wî dide.
Diçe xewna xwe dide şîrovekirinê, dibêjin “Tê bibî dengbêjekî wusa, heta dinya xweş û ava be, navê te yê her dinê be” û wusa dibe jî.
Evdal dibe dengbêjekî wusa, nav û dengê wî li her derê belav dibe. Rojekî dibîhîze li Xamûrê dewata filla ye. Qîza Keşîşê Xamûrê Gulla Fille yê kilaman bêje, Mîrê kurd sirmelî memed paşa jî çûye. Evdal jî ji Cemalvêrdîyê hespê xwe dicedîne û berê xwe dide Xamûrê.
Diçe Xamûrê, nava cimietê. Dinêreku qîza keşîşê Xamûrê, Gula dengbêj ji millet ra kilaman dibêje. Gulê jî dengbêjeke zef mezin bûye. Wusa bi dengbêjîya xwe bawer bûye ku, gotîye kî di dengbêjîya da zora min bibe, ezê wî bixwazim.
Evdal diçe nava cimietê, Gulê bi kilamkî dibêje ser çavan ra hatî, Evdal dengbê xwe nake. Gulê, Evdal nasnake, çend caran wusa dibêje ser çavan ra hatî, Evdal dengê xwe nake. Paşê Evdal dibêje “Ez Evdal im, Evdalê Zeynikê, gula govendan, tirsa dengbêjên welatê Serhedê.”
Evdal bi Gulê re dikeve lecê, sê roj, sê şevan dibêjin.
Evdal dibêje:
Gulê ez hatim Xamurê wê li mîl e
Gulê li pêşya qîz bûka diçe, dimil mil e
Zerîke baş û bedew e, Gula qiza keşîşê fille
Yeqîn dikim ew ji qalça xwe ya çepê hûr dikule.
Gulé dibêje:
Evdal bese tu nebêje van pirsa ye
Ezê gazî kim Filla û axçîka û harsa ye
Bira te bibin girêdin li ber derî, dewsa sa ye
Evdal dibêje:
Gulê ez hatim Xamûrê ha li fêrika
Ez ketme nav govenda Filla û harsa û axçîka
Ezê bi heyrana bejna zirav, qolê zêrê ber cênûka
Gulê bi sibê ra bide min destûra zer memika
Gulé dibêje:
Evdal nizam bêjim tu mirtivî lo mirtiv baz î
Ez nizam bêjim tu cazûyî, yan tu sêrbaz î
Ji êvar da tu ji Xwedê, Pêxember û ewlîya dikî gazî
Bawer be, tu carî tu naghijî wê meqsedê, wî mirazî...
Piştî sê roj û sê şevan, Evdal zora Gulê dibe. Gulê dibêje “Evdal ez li ser sozê xwe me, ku tu jî qebûl bikî, ezê te bixwazim. Lê şerteke min heye, ez dînê xwe naguhurînim.”
Evdal dibêje “Gulê ez zewicîme, bi jin zarok im. Bira dînê te te ra, dînê min min ra. Tu jî xwîşka min î”
Sirmelî Memed Paşa li wê derê dengbêjîya Evdal gelekî diecibîne û ji wî daxwaz dike ku bibe dengbêjê wî. Evdal jî qebûl dike û dibe dengbêjê wî.
Di dema Evdalê Zeynikê da, li rojhilatê Kurdistanê, li herêma Qelenîyê dengbejekî dinê mezin jî hebûye ku navê wî jî Şêx Silê bûye. Şêx Silê dengbêjekî wusa mezin bûye ku, heta rastî Evdal hatîye, tu kesekî zor wî nebirîye. Rojekî yek ji Agirîyê diçe û dibêje “Ez Evdal im”. Bi dengbêjê Tahirxan xan, Şêx Silê ra dikeve lecê û Şêx Silê zora wî dibe. Tahirxan jî Sirmelî Memed Paşa re namekî dişîne, dibêje:
“Hema Evdalê we jî ev bû ku we ewqasî pesnê wî dida? Şêx Silê şevekî da zora wî bir”
Sirmelî Memed Paşa gazî Evdal dike, dibêje “Te xwe jî, ez jî rezîl kirim. Wexta tu Şêx Silê nikarî, çûyî Qelenîyê çi?”
Evdal dibêje “Heyran Qelenîya çi? Ez neçûme Qelenîyê.”
Sirmelî Memed Paşa tîne çend merivê xwe dide cem Evdal, wî dişîne Rojhilatê Kurdistanê, cem Tahirxan. Evdal diçe, rastîyê wan ra dibêje. Bi Şêx Silê ra dikeve lecê. Heft roj û heft şevan dibêjin. Di dawîya dawîyê da, Evdal zora Şêx Silê dibe.
Şéx Silê dibêje:
Evdal Dîdeme ji kula dilé mi ra xweş Dîdem e
Bihar e,Çemé Didemé, di ber me ra dikişe, gure-gur e leme-lem e
Ez çib'kim, kal bûme, diranê min ketine, ez ne hemsalé te me
Evdal haza tu şairî, tu hostayê min î, ez şagirtê te me
Evdal dibêje:
Şêx Silê bejna mi ne kin e, ne dirêj e
Mînanî tak-rihana li devê mesîla şax davêje
Eva heft roj û heft şeve Şêx Silê bi mi ra kilama dibêje
Gelî cemaetê hûn bizanbin ku Şêx Silê şair e û xweş dengbêj e

Опубликовано:

 

8 сен 2024

Поделиться:

Ссылка:

Скачать:

Готовим ссылку...

Добавить в:

Мой плейлист
Посмотреть позже
Комментарии : 23   
@SerhadTV
@SerhadTV 6 лет назад
SİZLER İÇİN HAZIRLADIĞIMIZ 3 BELGESEL: 1: Dengbêj Şakiro Belgeseli: goo.gl/dj9BFC 2: Dengbêj Ahmedê Hêliksan Belgeseli: goo.gl/B7RRQL 3: Dengbêj Mistefayê Xellê Heyran Belgeseli: goo.gl/1VHLtJ
@armanc3481
@armanc3481 4 года назад
Ez gellek spas dikim,ji bomin gellek girîng bû û we xizmetek gellek giranbuha kiri ye
@muhammedbicer1387
@muhammedbicer1387 2 года назад
Xüde xıra we mezın ke. Bı xera we emı esle xü jı birnekın inşallah
@burhanbozdag2743
@burhanbozdag2743 3 года назад
Dinlerken tüylerim diken diken oldu allah rahmet eylesin mekanı cennet olsun ,bize bu güzel anlatımda emeği geçen herkese teşekkür ederim
@dinuharjiruhar4630
@dinuharjiruhar4630 5 лет назад
Sipas u hezarcar sipas evdal e zeynik te parkiriye bi kedate ez kefxweş bum herhebi heval silav u hurmed❤💛💚
@mahmutkeserci3491
@mahmutkeserci3491 2 года назад
Malate ava apêmin cegerê mên perçebun 😭😭😭😭😭😭😭❤️❤️❤️🌹🌹🌹🖐🏾🖐🏾
@gulabiklc3189
@gulabiklc3189 4 года назад
Osmanlı imparatorluğu malbat'a Evdal'ê Zeynik'ê bi tev wî surgun kirin, li anatolîya navîn şaş benim Nevşehir
@Guhertin
@Guhertin 10 месяцев назад
Wey mala te ava! Min bi van çavan dît yekî Serhedî rast dinivîse ev besê min e, serkeftin
@sadiye__54
@sadiye__54 Год назад
👏👏👏
@Mihemed.kurdi10
@Mihemed.kurdi10 3 года назад
kurdi=Kurdistan welatê min e Erebî=كردستان هو وطني Turkî= Kürdistan benim vatanım Farsî=کردستان وطن من است Îngilîzî=Kurdistan is my home
@mehmetsalihbaylav2249
@mehmetsalihbaylav2249 6 лет назад
Evet
@gulabiklc3189
@gulabiklc3189 4 года назад
Evdal'ê Zeynik'ê nevîyê wî, Muharrem Ertaş, Bav'ê Neşat Ertaş'e. Sala 1850'da Osmanlı imparatorluğu li bang Sürmeli Mehmet paşa dike, duwê
@Budak314
@Budak314 Год назад
Kanıtlayabilir misiniz? Baktım sesler benzemiyor
@hebun599
@hebun599 5 лет назад
Vaybe
@dilgesomer
@dilgesomer 4 года назад
li vir jî dikarin temaşe bikin. ru-vid.com/video/%D0%B2%D0%B8%D0%B4%D0%B5%D0%BE-G2jV-Dc-mWw.html
@necatnokta1313
@necatnokta1313 3 года назад
Her biji kürd u kürdistan
@hasancan...9752
@hasancan...9752 4 года назад
🖒🖒🖒🖒
@melihpuskulluoglu1740
@melihpuskulluoglu1740 4 года назад
Ben eleşkirtli diye biliyirdum evdalı
@SurKentliAmedli_
@SurKentliAmedli_ 5 лет назад
Türkçe çevirisini bulacağımız bi yer var mi?
@nenasmechul259
@nenasmechul259 4 года назад
Kürdi fer bibe :))
@SurKentliAmedli_
@SurKentliAmedli_ 4 года назад
Zanim tam famnakim
@nenasmechul259
@nenasmechul259 4 года назад
Sur Kentli Amedli_0721 Pîrtûk bixwine Tv kurdi Mezeke Wê demê kurmaniya te başbibe
Далее
EVDALÊ ZEYNIKÊ - DENGÊN NEMIR
29:58
Просмотров 38 тыс.
Rewşan - The Voices of North (1) | 2014
22:53
Просмотров 147 тыс.
Evdalê Zeynikê çawa dibe dengbêj?
5:29
Просмотров 12 тыс.
Kılamen Evdale Zeynıke - Evdalü Şex Sile
9:02
Просмотров 347 тыс.
گەشتی8 - عومەر چنگيانی
54:51
Просмотров 10 тыс.
EGÎDÊ CIMO - BÊNDERA ÇANDÊ
41:48
Просмотров 47 тыс.
Dengbêj Şakiro - Dilê Rezîl (Şahê Dengbêjan)
3:47
Filîtê Quto
13:49
Просмотров 60 тыс.
Evdalê Zeynikê Ki ye? Portre
4:48
Просмотров 73 тыс.