Min ji bo berhevkariyê vê carê berê xwe da Dêrika Çiyayê Mazî.
Dêrika Çiyayê Mazî
Bajarê jinên bedew, warê kitana spî û hibriyê warê kêf û xweşîyê warê çêr û xeberan warê eraqçiyan û warê zeytûnan û gelek warên din......
Li Dêrikê her der zindîye jiyana rojane rengîn e. Dêrik bi mizgeft û dêrên xwe şûnewarekî bîr û bawerîyane.Tûrikên wan tije ne. Dengbêjên wan meselok û henekên wan jî têra xwe hene.
Bi derbekî dikarin qala gelek tiştan bikin min jî bi derbekî tûrika xwe tije kir.
Ez çûm bûm mêvana Ehmedê Tilbismê û Elîfa Terzî. Rojeke têr û tijî xweş û bi kêf. Ehmedê Tilbisimê strana xwe ya Keçka Qereçî ku wî bi xwe hilbirandiye got. Elîfa terzî jî çîroka Fatikê got.
rozasierra.blogspot.com/2019/...
/ rozasiera
17 мар 2019