Gula bitenê we nedîtiye Dema dikenê we nedîtiye Xala li dêma we nedîtiye Deqa li çenê we nedîtiye Gava dimeşê we nedîtiye Li tar û hewşê we nedîtiye Nêrgiz û narîn we nedîtiye Li pey diweşê we nedîtiye Çavê kil dayî we nedîtiye Porê berbayî we nedîtiye Biskê hunayî we nedîtiye Singê hildayî we nedîtiye