EMÊ MALÊN EZMÊNDA BIN
Nivîsk’ar - Milazim Rasoyan
1. Ser vî erdî em k’oçer in, em xerîb in li vê dinê,
Ji me her kes jî wê her’e, û namîne vê dinyayê,
T’enê ezmênda- cem Xwedê, / rihetî ye, -2
Li wir her der paqijî ye, / pîrozî ye. -2
Wek’ - Emê wir bin-2, Emê malên ezmênda bin,
Warê jorin-2, Heta-ha-tê emê wir bin.
2. Civîna Mesîhe pîroz, wir t’op dibe û dimîne,
Em in kesên wê civînê: mala Xwedê, lawên Xwedê
Wira hert’im haştî heye, / şer’ t’une ye, -2
Îsa Xudan wir P’adşa ye, / rehm wir heye. -2
3. Welatê meyî ezmanî, zef bedew e gelek rind e,
Hebûka wira narize, Xwedê merd e, ha wê bide,
Rewş û rûmet bi awaz in, / ronayî ye, -2
Binelyên wir pîroz in, / xwedêtî ye. -2
19 дек 2022