#güneyözdemir #bajarênwelatêmin
/ guneyozdemir_
BAJARÊN MIN🌹
Paytexta dilan bostan û bax e
B'şitl û şîlan û gulşen û şax e
Sûra Amedê li ser dilê me
Wek mohr û nexş û nîşan û dax e
Bextewer in em gelek şanaz in
Xwedî wêje û çand û awaz in
Em bi paytexta Bazê kurê Dost
Farqîna rengîn pir serfraz in
Xemla Bohtanê yek jê Şernex e
Çiyayê Cûdî xwe daye rex e
Ava jiyanê ji bin dizêtin
Sed xwezî bi wan kesê jê vexwe
Cizîr Nisêbîn xuşk û bira ne
Nav û dengê wan gelek giran e
Serhildana kurd ji wan despê kir
Bo me şemal û şewq û çira ne
Mêrdîn bajarê xewn û xeyalan
Xweyê dîroka hezarê salan
Ew şahzade ya pêşberî deştê
Evîna dilê mîr û qiralan
Bajarê Sêrtê warê karkeran
Kesera dilê welatperweran
Li bejna Bohtan Kembera zêre e
Ji me re bûye kelha koçeran
Semsûr ji bo me ar û namûs e
Ji dîrokê re şemal û lûs e
Heger te bivê tu bibî hacî
Here ser Nemrût rojê ramûs e
Ey çewlika min bûka pişt perde
Gel ji bona te bi kul û derd e
Tu yî dayika Xeyrî Durmûşan
Çawa ev gel wê pişta te berde
Kezeb şewitî ser hev de pijî
Çiya û banî kirin wek rijî
Maraş û Dêrsim hê birîndar in
Ma ji bîr dibin qet ew komkujî
Girik û Hezex digel Kerboran
Li ser serê wan bû mij û moran
Li ber fermanan ser netewandin
Mizgînê bidin Soran û goran
Bila ji bo me bibe wek dersê
Dîlok û digel Xarpêt û Qersê
Xemla li bejna welatê me ne
Nîşanên sor in ev bajar her sê
Gelyê Betlîsê asê û kûr e
Bi qesr û xan û keleh û sûr e
Betlîs şûnwarê xan û mîrekan
Xwedî dîroke ew bê qusûr e
Ûrfa bajarê pêxemberan e
Hêlek qerejdax yek jê heran e
Bûye landika rêberên mezin
Warê pêşeng û cengaweran e
Bihuşta li ser rûkê cîhanê
Tuşba ye ew jî bajarê wanê
Kelha Sûbar û Ûrartû Medan
Kelha şeref û ya serhildanê
Bajarê şêrîn Batmana min e
Şeng û şepal û ciwana mine
Sembola wê jî neft û petrol e
Zêr û sedef û mircana min e
Çûm Çolemêrgê li ber zozanan
Warê hûner û kanya hozanan
Rindî û xeml û xêla Berçelan
Tên bipirsin ji van şorzanan
Dengek va hat ji hêla Agirî
Gotin gelê me bi hev şêwirî
Biryar girtin li hemberî neyar
Wê gur û geşkin arê vemirî
Ey Mûşa delal bêje ez benî
Çiqas bedewî gava dikenî
Ava kanyên te bi nav û deng in
Heyranê te ne Kurd û Ermenî
Min bada eşqê vexwar ji kasê
Hatim Meletî digel Sêwasê
Çûm Erzinganê ta Erzeromê
Cergê min kete ber devê dasê
Efrîn ji bo me tim hêz pişt e
Warê jiyanê tev de sirûşt e
Xemiliye ji baxê zeytûnan
Li vê cîhanê bo me bihûşt e
Nexşa Kurdistan yek jê Kobane
Ji gelê me re kul û kovan e
Dayike ji bo azadîxwazan
Bajarekî bişeref û şan e
Hesek û Amûd çi xweş bajar in
Ji bo Kurdistan ew du guhar in
Evîndar li ber diljar û mest in
Ji bo çar hêlan xweş dost û yar in
Qamişloka min bajarê deştê
Xemla evînê pir li te xweş tê
Ji bo dildaran tu her biharî
Mehrîcanî bo seyran û geştê
Dêrika Hemko bajarê min e
gazî û pişt û zinarê min e
Dil û ceger ji risas û pola
Kelemê çavê neyarê min e
Serê nîsanê hatim Şengalê
Biharek pir xweş hebû wê salê
Çûme tewafa sînga Laleşê
Bûme heyrana wê xet û xalê
Gelyê Dihokê pir şên û şeng e
Dihok bajarek binavûdeng e
Ew xemrevîna hêla Behdînan
Fîstanê bejna wê dazde reng e
Zaxoka min pir nazdar û naz e
Akrê kulîla dilê Eyaz e
Ez evîndarê welatê xwe me
Ji xwe Amêdî hêlîna baz e
Nazenîna min ser kofî zêr e
Kelha dildaran ew jî Hewlêr e
Şeng û şepal e ji bo Kurdistan
Cîhan tevahî heyrane jê re
Kerkûk ya min e kevn û ji mêj e
Dilê Kurdistan ji wir davêje
Ew e rûmet û heyîna Kurdan
Dijmin ji bo wê sermest û gêj e
Şahrê xwendinê Silêmanî ye
Ji bo zanînê çem û kanî ye
Av dide bax û baxçê hûnerê
Hezreta dilê Şêxê Xanî ye
Şarê Kermanşan xemla welat e
Warê Medan e li Rojhilat e
Arê eşqa Ferhad û Şîrîn e
Çiyayê Bêstûn birc û kelat e
Ala rengîn dê li Sinê danim
Derya hûnere ez pê dizanim
Avakim koçka Mîrê Erdelan
Mizgînê bidim Mestûre xanim
Sînga Ûrmiyê bostan û gul e
Warê jiyanê bihara dil e
Ûrmî sitêrka li rojhilat e
Ji bo Kurdistan her geş û hil e
Mihabata min zendan tu bade
Sînga te dîsa meydan û qad e
Tu wî paytexta Qazî Muhammed
Ev gel ti car dest ji te bernade
Dil û cerg li min tev hatin sotin
Dibe hin bajar min qet negotin
Rûmeta me ne hemû şar û gund
Ne tên kirîn û ne tên firotin
Pêlan ji dilê min avêtin der
Hatin hûnandin ev bend û hûner
dilopek bû ji deryaya eşqê
Xweş yadigare ji Gernas Koçer
Gernas Koçer
10.11.2010
Güney Özdemir🎙️
▶️ Helbest
▶️ Şiir
🗞️ Gotinên Pêşiyan
🗞️ Kürtçe Atasözleri
📒 Gotinê Zêrîn
📒 Özlü Sözler
/ guneyozdemir_
/ guneyozdemirsair
#güneyözdemir #helbest
#şiir #biwêj #gotinênpêşiyan
#özlüsözler
#kürtçeatasözleri
10 июл 2021