Dîwaro ez ji tere di bêjim, Bûkê tu lê guhdar bike. 😍😍😍😍😍😍 Ne wêra kerê, Ço deynad kurtan 😍😍😍😍😍😍 Pisîk ne li male, Navê mişkî evdirehmane 😍😍😍😍😍😍 Malê ne ji kurê qençre bigire ne jî ji yê xerapre 😍😍😍😍😍😍 Hirç û gêre Rûvî û sêre 😍😍😍😍😍😍 xwezî li heft salên xela û cela Ne li salek neyartî😍😍😍😍😍😍 Ruvî ne diço qulêve kundir li serê dûvê xwe vekir 😍😍😍😍😍😍 Mar ji pîjanê hesnedikir li ber derê qula wî hișîn bo 😍😍😍😍😍😍 Hindî ku av li golan bimîne genî dibe 😍😍😍😍😍😍😍Ne ewrên xurxurî Ne kerê zirzirî 😍😍😍😍😍😍😍 Dûvê kerê sekinîye Ez ne sekinî me 😍😍😍😍😍😍😍 Nanî bide nanpêja Bila nanek zêde be 😍😍😍😍😍😍😍 Serê li ber mineta Bila biçi li nav zîyareta 😍😍😍😍😍😍😍 Çavên li ber derîya Xwelî li serîya 😍😍😍😍😍😍😍 Şam şekire lê welat şêrîntire 😍😍😍😍😍😍😍 Devê pîvazê nexwe bêhn jê nayê 😍😍😍😍😍😍😍