Kurdiya Kurmancî-English 1
• Tu sibe çi dikiye?
• - What are you doing tomorrow?
• Sibe çi karê min tune. Ez ê li mal bim.
• - I have nothing to do tomorrow. I will be home.
• Dixwazî bi min re biçî bajêr?
• - Do you want to go to the town with me?
• Erê, çima na? Bi kêfxweşî. Em ê çi bikin li bajêr?
• - Yes, why not? Gladly. What will we do in the town?
• Em ê ji xwe re bigerin. Min bihîst xwaringeheke îtalî li taxa serek vebûye. Em dikarin bi hev re navreyê jî bixwin.
• - We’ll go for a stroll. I heard an Italian restaurant has upened on the main street. We can also have lunch together.
• Erê, dibêjine baş e, lê buha ye.
• - Yes, they say it is good but expensive.
• Xem nake, bo navreyê tu mêvanê min î.
• - Never mind, you are my guest for lunch.
• Pirr spas dikim, lê ez ê jî bilêtên sînemayê bikirrim. Li dû navreyê em ê biçin dîtina Fîlma Napoleon.
• - Thank you very much, and I will pay for the cinema tickets. After lunch we’ll go to see Napoleon movie.
• - Baş e, me li hev kir. Ez ê demjimêr 10 te ji mala we rakim.
• - Ok, that’s good. I will pick you up from your house at 10.
• Bi trênê ne baştir be? Li bajêr dîtina şûneke rawestandina otomobîlê ne hêsan e.
• - Wouldn’t it be better by train? Finding a parking place in the city is not easy.
• Bi gotina te ye. Em ê demjimêr 10 li rawesteka trênê hev bibînin. Bû?
• - You are right. We will meet at the train station at 10 o’clock. Ok?
• Erê, de ta sibe. Roja te yeke xweş be.
• - Yes, Till tomorrow then. Have a good day.
23 сен 2024