Helbest. Rêzan Bekir
Awaz û stran: Mihemed Bilko
Derhîner . mesud kirad
PAYTEXTA DIL
di nav can û hestên min de tu ne mîvanî
li paytexta dilê min de tu sultanî
Li şoreşa eşqa min de te AL danî
ala xwe danî
Jîn der kirî dilê mirî te rih pê anî
Tu helbestek pir girane di pirtuka min de
Te cî û malek çêkirî di cergê min de di dilê min de
bi kena royê te di revin xemên di dil de
Tu meleke tu hurî di malê min de
bi te jiyan ava dibe tu vîn û ware
di nav çar demên salê de tu bihare
tu hevale tu hev jîne tu yare
ev cineta ku ez te de tu ser dare
22 сен 2024