Ah Heylo lo Delal... Heylo lo heylo heylo lo lo... û De raba qul û meraka ser dilê min mêvano heylo lo... Ax wêll wêll wêll.. wêll... lo lo derwêşo delalê dilêmin'o midî siwarê mala bavê min rebena xwedê kar û bara xwe kirin çûnê ji sibê da, û min e dehnê xwe dayê pêşîya wan siwara ketbûn çîyayê Ewdilazîzê, paşa siwara maya neqebeyna girê dikefke da Lo Lo delalê dilê mino de raba çeplê min bigira, min ji qambaxê gunda ji xwe ra birêvîna. fesad û tûtalê mala bavê min û te gelêk in, Şeva nîvê şevê ber agirekî cigarê wê bînim ser tahl û bextê min e de raba delalê dilê min o de raba lo... Ax wêllll... yawêlll ya wêlll.. lo lo derweşo delalê dilê mino xwezî ji xêra mala xwedê ra dilê min weka wî zamanê ewilî disa ji te ra bixwest a. Û divê gavê minî rabûbana ji kazbar a xirxalê pîya bazin a dest a, û min e tasekî zîv û zêrî çêkirbana min e çûme hitan û helikê mala bavê min rebene... û de min e wan tilîkê xwe disane min e guvaş mane te da, katekî qaşê zozanê serhedê, dilopekî binya xwêdanê ser memikê xwe min e kir bû navda, û de wextê derwêşê Evdî kekê nurê... Çîyadê mehdîya nizikê me ta (?)