Ez vê stranê pêskêsî gelê xwe dikim, bi taybetî gelê me ê li Rojava û berxweda wan a li Serê Kaniyê. Nizamettin Ariç www.facebook.co... / nizamettin.aric / nizamettin.aricii
Va ye rihê min ji xwe re bibe .. Bike bask kevok, Bike dar bîhok, Bike xalxalok, Bike finda xwe, Lê êşa min nebe Lê êşa min nebe .. Hey ferhenga girînê ax .. Hey asoya firînê ax .. Hey dîlana egîdan, Hey cezbeya mirîdan Hey dimdima minê serêkaniyê ax .. Va ye dilê min ji xwe re bibe .. Bike narincok, Bike bablîsok, Bike şevçîrok, Bike doh, bike îro û sibe .. Hey destana jînê Hey taca bêriyê Hey xumava birînê Hey xwîna Serêkaniyê .. Va ye destên min ji xwe re bibe Bike çeper û tiving Bike sîtava ferhad Bike hawar û feryad Û bike stûn û gizing Bike darbest Bike helbest Û bi mirina min şa bibe Hey gulistana janê Hey serkêşa gaziyê Hey daristana danê Hey ava Serêkaniyê Va ye dilê min ji xwe re bibe Va ye dilê min ji xwe re bibe Va ye dilê min ji xwe re bibe Va ye dilê min ji xwe re bibe Va ye dilê min ji xwe re bibe axx .. Va ye çavên min ji xwe re bibe Bike şevçira Bike berbang Bike dergûşa pêxembera Bike hêlîna azadiyê Bike rojçêbûn û wek sorgulan vebe Hey sertaca zemanan Hey qiblenameya ciwanan Hey sirûda mizgîniyê Hey keça minê Serêkaniyê Hey hey Serêkaniyê Serêkaniyê Serêkaniyê Serêkaniyê Hey dayika minê Serêkaniyê Serêkaniyê Serêkaniyê Hey xwîna Serêkaniyê
ev sewt mirovî lal û metel û mest dike. Gotin jî bêhempa ne,ez ne bawer im ku ji bilî cenabê te tu kesekî din ew çendî xweş bistranda. her bijî,serkeftin...
Mükemmel ötesi helal olsun adamsın Qalo inşallah görüşürüz bu nasıl bir duygu bu nasıl bir ses Kimse dinlemesin bağımlılık yapıyor bilginize Selamlar saygılar sevgiler sunuyorum efendim 👏👏👏👏👏👏