Dîlber gelek delal e yaşa delalê yaşa Wek te hebin şepalê sed haşa summe haşa Tu pesn û gewr û rind î, çeleng û pir lewend î Xesroyê serbilind î, serdarê mîr û paşa Çînçînê zulf û rîhan, enî taca Şerefxan Ebr û kevan û eywan, rû gulgeşa di kaşa Çavên di reş stêr in, kepû çilakê şêr in Sedef diranê zêr in, ziman qelemtraşa Çend gewr û biskê reş qer, alma guhar û gewher Gerden bi nûra mermer, sînga spî qumaşa Memik spî bilind in, bejn bi gulk û bend in Ser pêşî mûm û find in, yaqût û durr di qaşa Çak û çeleng û bengîn, fîstan bi ser de rengîn Ey seydayê Cegerxwîn, fermo'ke wer temaşa Helbest - Cegerxwîn Navê Helbest ê - Dîlber Gelek Delal e
Ez ji xew rabûm welatim Ez bi qurbanim bese Tevde rabûn Rojhilatim Sebr û samanim bese Umrê min çû tev di vê rê Roj û şev nal û girî Das û çakûç wa me hildan Qîr û giryanim bes e Ev dema serbestîye Bindestî êdî çû nema Şad û dilxoş û bilind bim Heps û zîndanim bese Em hemî dost û bira bin Da bibî bax û bihişt Min ji nêv baxê cîhanê Bax û bistanim bese Helbest - Cegerxwîn Nave Helbest ê - Giryanim Bese
Miletê kurd her tenê maye li dinyê bê serî Bes yekitî têde nîne, her eşîrek sed kerî Rencberin bê rêberin, dijmin li ser wan tim siwar Tev mela û şêx û sofî, tev mirîd û serserî Begler û axa egîtin, dijminê kurdin ji dil Rêberin bo kuştin û talan û ceng û berberî Ger nexwînin yek ziman û berg û yek armanc nebin Her bibazin wer bi gazin vî berî nabin serî Ew kesê birçî nebî nabêje ez kurdim ji dil Paleya dijmin dikin sed Îsmet û sed Eskerî Pir ecêbe ko di şerqê mane bê tarîx û deng Her ji Ristem ta bi Deysem bo me tenha rencberî Ey Cegerxwîn bes binale şehr û bazar mane sar Polfirosan pol firotin, tê bi dest dûr ma mirî Helbest - Cegerxwîn Nave Helbestê - Li Dinyê Bêser
Ziman yekek giringtirîn û pîroztirîn Diyarî ango ( Hediye ) ya Xwedayê mezin e. Her wisa xwedayê mezin xwestiye ji evd û îbad, û heywatan ku zimanê xwe biaxivin û Emel bikin. Kurdno zimanê we hebûn û tunebûna we ye
Bin xetê. Ango Kurdistana Rojava. Deriyê dilê xwe ji herkesî re vekir ji Dêrika Hemko. Heta Kobaniyê û Efrînê. Lê kesî mafê me neda û heta îro bi çavekî pir biçûk li me tameşe dikin...
Waar tv, wun brasti kareki gallak pirozdikin. be idioloji ya kasayet u partiya az dixwazim ve bejim hinek di go goter a we drejba we bastirba gallak spas bi hevi me go li ser we idioloji kültüre kurdi tanne bi mînin berdewambin slav u rez
Apê êhmo tu jî yek ji wan dîwrayî, di bi çûkûya teda mazinê me bi te bawer kirin, û di meznîya teda jî , em bi çûkê kurdan bawerîyê bi te dikin, tu sembol lî.