Gava mamoste strana "mihemedo" dibêje, ez li ser çiyayên bilind û ser nevalên kûr xwe his dikim. Em ji pê huner û hunermendên kurdî gelekî serbilind û serfiraz in. Hêvîdarim ku tu car dengê te li ciwata kurdî kêm nebe 👏👏
Dengekê kurd î, resen û xweş, dema ez guhdarî stranên te dikim; hest û nestê kurdane li def min zêdetir dibît! Em bi te serfiraz û serbilind in memê alan :) ❤
Rehma Xwedê li Arjen Arî be. Wî nav û dengê xwe hişt li dû xwe. Û dest û hest û dilê te sax be birêz Mehmet Atlî. Tu ji bo min cihêreng e. Ez tu carî guhdarîkirina te aciz nabim. Stranên te wer li ser zimanê min in
Ji bo vê xelekê, destê we xweş bin. Xelekeke hestyar û nazik. Di xuleka 27:10 de dibêje gotineke tirkan heye... Ev gotin ne ya tirkan e. Ew bi xwe di Ingcîlê de li ser zimanê Hz. Îsa derbarê durûtîyê hatiye gotin: Matthew 7-5
Mehmet Atli hunermendê ma yo namdar û vengweş o. Ez kilama ci ya “mihemedo” ra zaf hes kena. Çimê mi de gere hunermend enstruman bicino. Mehmet Atli nê krîteranê mi ano ca 😀
Kâ Kurdatî çawa çê dibe, rê me bide ku em bizanin. Tu li kû rexne kirina Kurdatîya Mehmet Atli li kû. Li bernamê de mamoste di got hinek hene li cihê xwe rudinên u her tim diavêjin (diçirînin) ez bawerim tu ji ji wan yek î. 30:12 Binêr ji te re dibêje. Ewila ewil tu jî li xwe binêre u nivîsa xwe rast bike. Şev baş.
Mehmet Atlı mirovekî dize. Strana Rehmetî Feqîr Kobanî dizî strana bi navê riya Kobaniyê bi dare. Û mafê xwediyê stranê xwar ew stran yekemcar ji aliyê rehmetî Aramê Tîgram hatiye xwendin Gelek Hunermendên Bakur stranên Hunermend û Helbestvanên Kurdên Rojava dizîn û kirin ya xwe Wek Diyar Dêrsim Mem Ararat Şivan Perwer Engîn Xelîkan Kawa Ganî Nar Zinar Sozdar Şehîd Hogir Şehîd Serhet. Û pir in, dawî zû bi zû nayê Rêz û Hurmet ji Kobaniyê bo hemû Kurdên zimanhez û xwedî xîret...
Mehmet Atli di danasîna strana Pêşiya Malê de wiha nivîsiye: "Pêşiya Malê" helbesta Feqîr Ahmed e. Di pirtûka bi navê "Dîwana Reş" de heye. Aram Tîgran pêkhatina mûzîkê çêkirîyê. Aram Tîgran û helbestvan Feqîr Ahmed, bi dil û can bibîr tînim... (Hûn dikarin herin danasînên vîdyoyê binêrin)