Çaxê xeverdana van cahilê me dibihêm, cuda gotî, ya p’îr Mak’sîm (çawa tê t’emsîlkirinê- R’ojhilatnas, zaneyê Êzidîyatîyê), bîntengdivim, k’a zimanê êzdîkî, bi zarê van cahila dik’eve çi h’alî… H’etanî “lal û dur’” -ê Mak’sîm binxetkim, dixwezim Mak’sîm ij u’lmê Şîxadî seveqekê bêje, k’îjanêda xevera “Êzidîyatî” heye. Lê niha- diha safî. Mak’sîm, zimanê êzdîkîda xeverê qismî nêr û mê hene, k’îjana xeverdana xweda tu şaşdikî: -xêrekî- gere bive xêrekê -qencîkî- gere bive qencîkê -“qewl û xerqane”- vira xevera “xerqane” p’ir’anîye. Çîye xerqe gelekin? -divêjî: “şe’detîya herî…”. Gere bive “şe’detîya here…” -xevera “avtorîtêt” bi çi zimanîye? -pirsekî- gere bive pirsekê -êzdîya mecbûrkirin- gere bive êzdî mecbûrkirin -xevera “form” bi çi zimanîye? -mînûs û plyûs çi zimanîne? -prosês çi zimanîye û pey xevera “o” sewta dine zimanê êzdîkîda heye? -avtomat çi zimanîye? -seva xevera quran divêjî “wî”. Na, ew xever qismî jine, gere bive wê, ewê… -ferh’engekî- qismî jine, te kirîye qismî mêr. -fond çi zimanîye? -dîaspora çi zimanîye? -problêm çi zimanîye? -têolojîya çi zimanîye? -standartîzasîa çi zimanîye? -kodîfîkasîa çi zimanîye? Heynese, Mak’sîm, nav xeverdaneke kinda çiqa şaşî hene? Min, hilbet, t’emamîya şaşîya neda k’ivşê. Çîye, zimanê êzdîkî ewqasî k’esîve, wekî tu xeverê xerîv didî xevatê, yan me’nî p’ak nizanbûna zimêne? Ez diha zû mêla fikra duda dikim. Mak’sîm, h’eyfa zimanê êzdîkî û dînê Şerfedîn. Weke ç’ira ç’e’vê xwe miqatî wanvin. H’esenê Şêx-Me’mûdê 27.07.2024
@@white.panther Шехи и есть Пиры и Мриды, наиболее религиозных Мридов и Пиров сделали шехами, по этой причине Шехи внутри себя не все рода между собой женятся.
Kekê şêx Hesen, çaxê we bi xêr, hêvîdarim hûn silamet bin. Ya e’wil hûn xelkê hînî xeberdan, nivîsandin û me’rîfetê dikin, lê hûn bi xwe, bê rêz û bê me'rîfet dinvîsin, seba we û ne tenê seba we, ne Mak’sîm e, lê belê, Pîr Mak’sîm e. Ya duda, bona temsîlkirina min gelek bênteng nebin, çi hatye nivîsandin wekî xwedin, zanebûn û cêr'ibandinê hatye nivîsandin. Ya sisya, me behsa xebera Êzdîtî yan Êzdîyatî kirîye, ku peyveke akadêmîye xeleka derbasbûyîda. Ya çara, çi dimîne ser r’astnivîsarê, qismê nêr û mê, kêmanî û pir'anî, hûn li vir kêmasya zanebûna xwe dîyar dikin derheqa u’lmê meda, ji ber ku, peyv û gilîyê nav malika sebeqa qewl ne bi nêr û mê, û ne bi kêmanî û pr'anîyêva girêdayîne, lê belê, qafî û k’êşa malka sebeqêva girêdayîne, evan jî nakevin bin tesîra qanûnên r’astnivîsara zimên yên îroyîn, (çima wisa hatye gotinê?, ji Şêx Fexir û xasê me pirsyar bikin, belkî hûn ji wan zêdetir zanin?). Ya pênca, bêjim, ku hene xeber, yan xeberên wisa, ku t’eze hatine afir’andin ku me’nîyên zanistî navxweda digirin û vanr’a dibêjin “têrmîn” k’îjan xeberên navqewmîne, û ji aliyê gelek miletan têne xebatê, çi aliyê axavtinê, û çi aliyê nivîsandinê. Çawa, qewlê meda ser xit’im tê gotin, Em kêmin û Xwedê temame. Bi r'êz û hurmet Pîr Maksîm.