Click here to subscribe channel: bit.ly/2XboImV
LISTEN ON AND DOWNLOAD FROM: lnkfi.re/YD_Xu...
Lyrics: Cegerxwîn
Music: Yunus Dişkaya
Lyrics:
Şoxeka gewr û bilind e
Dost û yara min ew e
Sorgula pir naz û rind e
Sozdara min ew e
Gulşena baxê evînê
Şahiya roja civînê
Rindiya Şêrîn û Zînê
Payedara min ew e
Padişaha ebrûmaha
Zêrkulaha kesk û sor
Por û biskê rengê miskê
Nûbihara min ew e
Ger bidî ferman bi kuştin
Şehreyara min ew e
Ser bidim ber şûr û xencer
Yadîgara min ew e
Çarde salan ez bi rojî
Nû şikandin ebriwan
Mey ji lêvên rerxewanî
Tim fitara min ew e
Hêj di ber qalû-belayê
Meyperest im ta ebed
Lê ji gulzara evînê
Gulîzara min ew e
Dilgir im bêçare me
Can û ceger min bûne xwîn
Ah ji destê şox û şengê
Derd û çara min ew e
Graphic design: Siya Gülhan
©Red Music Digital #KürtçeMüzik #MuzikaKurdi #Stran
20 окт 2024