Nav çiya û zinaran Pey dilê kovî mame Bûm bi bask firîyam tevlî xeyalan Deşta dûr pir dûr e Li rojava destara derdan e Hêvîya min dîtinek bû Ji vê refê neqetîyam Tevlî wê firîyam Wek koçeran gerîyam Bin baranê de Henasê min bi vedeng e Gava min bê deng e Mêwa giyanê min lal e Siwar hatin ji zozanan Girtin serkêşiya dîlanan Destmala rengîn destana Mijê! Hey baranê Dotmama xwe ba kirin Pismaman çog nîvçog kirin Desmal dan destê xalana Pûkê! Hey leylanê Rê kore û pir sare Heyv li jor mat maye Stêrk ji çavan rijiyan lê ez mam Hespê boz dijene Ber bi jora jor ve Nav ewrên giyanan de dinehêre Destê mîn ji te nabe Lê pir, pir dereng e Jî te re malekê ji kevirokan ava dikin Deriyê wê şilêr be Banê wê morîk be Çira wê pêjna te