Qulingê min çima îro
Bi qirin tê ji germiyana
Bi çeng û bask û perwazan
Berê te wa li zozana
Li te rê dûro, westawo
Ji heval hogiran mawo
Berê te her li berjor e
Diki gazî li pê wana
Bi vê qirîn û hawarê
Xem û derdêm te tev rakir
Birînên dil te axaftin
Bi wan êş û kul û jana
Gelo ma qey tu dilya ye
Ji germa Kerbela jaro?
Di vê cihê bav û bapîran
Welatê berf û barana
Welatê kanî û ava
Welatê wa çemû mava
Welatê çiçek û baxa
Welatê mêrg û çimana
Welatê fêris û mêra
Cihê comerd û camera
Welatê kaniya zêra
Cihê petrol û mircana
Welatê bilbil û bazan
Welatê şalûr û qazan
Welatê dilber û nazan
Welatê ebr û qeytana
Welatê kovi û şêran
Welatê xêr û hem bêran
Welatê gol û avgêran
Cihê Medya û Mitana
Weyaxud tu evîndar î
Dixwazî dîtina yarê
Digel hev ku bikin seyran
Di nîv bax û gulistana
Li te mizgîn qulingê min
Qonaxa te ne pir dûr e
Bi yek firê tu dighê cem
Di nava erd û ezmana
Ne wek rengê min diljar i
Ji gişt û ditina yara
Me çeng û bask û per nîne
Ku wek te bighêjim wana
Ji Yezdan ez dikim hêvi
Tu bighê meqsed û waran
Bi dilşahî li hev rûnin
Li ser darên di kizwana
Bi xwedê ki qulingê min
Tu raweste hela carek
Ji te r' bêjim du sê peyvan
Delalê ber dil û cana
Berê te ger li Amed bi
Tu xweş deyni qulingê min
Li kêla Şêx Seide kurd
Bidi ber deng û fixana
Biki qirin li ser gore
Ku kuştî pêk ve bên dorê
Silavê min li hemyan ke
Heval û hogirê wana
Silavê min biki disa
Li kurdêd Ameda rengin
Li wa girtiyên di riya millet
Di çal û heps û zindana
Eger tu diçî Mehabadê
Li nîv gorê şehidan deyn
Bibêje Qadi û Seyfi
Hezar rehmet li ser wana
Berê te ger li Serhed bi
Weyaxûd Dêrsim û Sason
Li zozanê Şerefdine
Li Agridax û Sipana
Silavê min li kurdan ke
Çi xort û qîz û mêr û jin
Li xakî kurd û Kurdistan
Li birc û xan û eywana
Bibêje ku gelek Tirej
Ji bo we tim pesindar e
Belê ma çi biki ew gêj e
Ji ber van çerx û dewrana
7 сен 2020