Merhabalar. Videolarımın çoğu Kürtçe veya Kürtlerle ilgili siyasi içerikte olduğu için RU-vid'da reklam gelirleri sınırlanmaktadır. Bu yüzden çalışmaları desteklemek ve daha profesyonel içerikler için Patreon hesabımdan destekte bulunabilirsiniz. / ibrahimhalilbaran
Îbrahîm Xelîl Baran, xezeleka Melayê Cizîrî şerh dike û welatperweriya wî derdixe holê.
Ku îşaret bi bîşaret bidirit nexmeê çeng
Ji ruwê ayineê dil biretin perdeê zeng
Fehmê raz ger bigirî wer bibehê mujdeê saz
Çengê bê perde dibêjit ne ney û nayê bi deng
Weh ku bê şahid û mehbûbê te ‘umrê xwe buwar
Karkî rabe bike weqt e ku êvar e dereng
Berê meqsûdê ji Tûbê negirîn me‘lûm e
Me ji destê xwe yî kotah û ji payê xwe yî leng
Dilê yarê me nebû nermi bi sed abê girî
Eserê dê çi bikit abê bi sed qetre li seng
Sîne geh têt ku bik ger bit ew ji derbê muhbetê
Me ceger şubhetê barût e we dil maye pereng
Bi çi rengî me di dil xef bibitin gewherê ‘işq
‘Aşiqan muhbet û mihra zeriyan kifş e ji reng
Kifş e mecmû‘ û perîşaniyê halê me di dil
Ji serê zulfa perîşan û ji biska te ye şeng
Ne tenê gezme dibarin me ji qewsê du hilal
Me ji mijganê sîne têne ceger tîr û xedeng
Mislê wê qewsê hilalê ku du nûn reyhanî
Kê nîşan dane ji Şîraz û kê anîne ji Yeng
Her li dora Hecerê eswed Hebeşan çerx û tewaf
Tên wuqûfa ‘Erefatê bi sema Nûbî û Zeng
Sef bi sef Turk û Muxul doguş û Hindî di kemîn
Bi ‘eceb hatine cengê Hebeş û Rûm Fireng
Mîr û Kirmanc li holan qederek westane
Lê di nêvê bi sef û tîpê ‘Ereb hatine ceng
Ji guher xunçe kuşaî digirit durcê ‘eqîq
Bi şekerxende zenî ger bigirêt şekkerê teng
Were bê perde Mela vê xezelê bîne meqam
Her dema bêne sema def bi def û çengi bi çeng
8 окт 2024