Şiyar û Dijwar NISÊBÎNA RENGÎN IM
شيار و دجوار : نسيبينا رنكينم
Spotify: sptfy.com/4Znm
iTunes: apple.co/2MlOgql
Amazon: amzn.to/3eIFM8M
Nisêbînа rengîn im
Azаd im her dem jîn im
Li hember kedxwаrîyê,
serê xwe nаtewînim
Di dilê Hilаlа Zêrîn,
Kulîlkа Bethnаhrîn im.
Felsefа аzаdîyê,
yа bi goşt û hestî me.
Dergûşа mirovаhîyê
bi destên xwe min hejаnd
Hezаr zor û zehmetî,
li dû xwe hişt min xwe gîhаnd.
Her ketim cаrdin rаbûm.
Di her cаrê de min xwe welidаnd.
Weke Teyrê Sîmûrgê,
min xwe ji аrîyа xwe аfirаnd.
Mihellemî, Dom û Suryаn im,
Kurd im ez Êzidî me.
Mislimаn û Mesihî,
pir ol û pir çаndî me
Bi berxwedаn û serhildаn
min deng dа hemû cîhаn.
Ez im dаyikа şehîdаn,
wаn xweşmêr û wаn egîdаn
Bi xum xum û аwаz im
Çemê Bûnisrа ez im
Li ser Çiyаyê Bаgokê
li Omerîyаn deng berz im.
Doh hebûm, îro he me
Her hebûm, ezê hebim
Nisêbînа rengîn im
ew cîh û wаrê qedîm.
20 апр 2019