Berken Bereh - Min Dîroka Xwe Divê Muzîk: Le Trio Joubran Masar Derhêner: Ahmet Can Spasî: Tofan Sûnbûl, Veysî Usal, Ferzan Şêr, Gernas Nenas, Chalak Events. Diyariyek ji Berken Bereh bo helkefta roja Cejna Zimanê Kurdî...
@@hasanakmese3421 Ji bo xatirê te me deşîfre kir, jkxr tu jî bibe abone û belav bike qenala me ya RU-vid'ê: www.helbestakurdi.com/helbest/berken-bereh--min-diroka-xwe-dive.html
Berken Bereh - Min Dîroka Xwe Divê we nehişt fêrî jiyanê bibim we nehişt fêrî zimanê xwe bibim bi qasî stêrên li ezmanî dûr im ji rastiya xwe bapîrê min digot gundek me hebû li quntara çiyayekî niha hilweşiyaye bûye kavil xwedê zane ew dara gûzê jî çûye her ku we got 'kuro hovo ekrad!' her ku we pişta xwe da min mehdê xwe ji min xeland min fêm kir ku ne ji we me ne cihû ne ereb ne reşik tu kes bi qasî me berbelav nebûye nehatiye dûrxistin ji ser axa xwe li vira li vê dojeha we diyarî min kirî ne ev dest yê min e êdî ne ev dil ne ev ziman yê diya min jê fêm nake yê kalê min jê hêrs dibe ev deng yên birayên min in yên xwişkên min yê wek guvguva bagerê dizingîne guhê min yê olan dide li seranserê cîhanê yê pîne dike dilê min yê min li jiyanê dihesîne yê serûbin dike van koxkên we layiqî me dîtî ez hew razî me hûn bijîn li wan qesran têr û seretêra xwe û ez wiha birçî bê zar û ziman bes bikin galegal bila biheşta we ji we re be min dîroka xwe divê *Li ber dengê wî hatiye deşîfrekirin. +Deşîfrekirin: Rênas Xendekî *Çavkanî: Ahmet Can, ji RU-vid'ê 📢 JI BO PIŞTGIRIYÊ BIBIN ABONE 📣
diqehirim hûn nizanin şima nêzanî şima nezan î tedî dibînim kurd qîmet nadin xwe we dimirim behna min teng dibe la ez se bikera ji destê min tiştek nayê