Ez şehîdek bê navim Tirb a min ne xuyayî Şevek teqîn û nalîn Stêrk a min rijîyayî Belkû serê çîyakî Belkû ser zinarekî Li ser darekî kizwanê Min navê xwe kolayî Mirin a bi meranî Xweştire ji bindestayî Ez şehîdekî bê navim Hûn ware min nizanin Li bajarê Cizirê li qıraxa wê avê Heeyyy Carna suka Licê me ku agir dabû navê Li bajarê Amedê binê dara çinarê Sî û sê sipîndarim carna li Gola Wan ê Heyyyy Ez şehîdek bênavim Ezim termê windayî Ezim çemê qesaba Dil û gurçik firyayî Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî Ezim Çîyaye Agirî gel namluyên çiryayî Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî Ezim derya Merdinê xezal a çav rijayî Ezim Sîpanê Xelatê Xecê li ser giryayî Ez şehîdekî bê navim Hûn warên min nizanin Li bajarê Helepçe Zarokê li ser desta me Heyyyyy Li bajarê Mihabad Şehîdê Çarçira me Li bajarê Amûdê Li nav agirê Sinem a me Li welatê xerîbîyê Braderim ez