Тёмный

Gorên Windayî: Hutî Beg 

Ayhan ERKMEN
Подписаться 17 тыс.
Просмотров 10 тыс.
50% 1

Kalikê nivîskarê nemir Wezîrê Eşo

Кино

Опубликовано:

 

16 апр 2020

Поделиться:

Ссылка:

Скачать:

Готовим ссылку...

Добавить в:

Мой плейлист
Посмотреть позже
Комментарии : 16   
@midiarashidova1708
@midiarashidova1708 4 года назад
WEZÎRÊ EŞO - Jînenîgarî Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê kurd yê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê 1ê mijdara sala 1934an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. Xwendin-perwerda xwe ya destpêkê di dibistana gundê xwe - Pampê (niha Sîpan li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û ya Tivlîsê ya jimara 23an da bi giranî bi zimanê ermenî bi cî aniye. Sala 1958a fakûltêta (beşa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê - Yêrêvanê ya dîrokê xilas kiriye. Salên 1958-1961ê weke serokê dibistana gundê xwe - Pampê (li nawça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beşa kurdzaniyê da ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her usa jî wek rêdaktor-wergêrê beşa weşanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne. Ji sala 1995a hetanî 23 çile sala 2015a li Payîtextê Bêlcîka-Brûksêlê dima û diafirand. Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya Riya Teze da û her wiha bi wergerên ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî da ji sala 1958a û vir da hatine çapkirinê. Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weşanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi tayîbetî bîranînên wî ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd da jî hatine çapkirinê, ku salê carekê bi sernavên « Bahara teze » û « Bahar » li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weşandinê. Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : « Mizgînî » (Yêrêvan, 1976); « Xebera dosta » (berevoka novêlên nivîskarên ermenî bi pêşgotin û wergera ser kurdî); « Dengbêj kal bibû » (Yêrêvan, 1983); « Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî » werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo (Yêrêvan, 1986) ; « Pamp-Sîpan » (Yêrêvan, 1986) ; « Dosya Barzanî sandoqa Stalîn ya polayî da » (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; « Pariyê berdemayî » (Hewlêr, 2008) ; « Kurdzanê mezin Qanatê Kurdo » (Bilxaristan, 2010) ; Zargotinzanê kurd yê mezin » (bi ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; « Simoyê Şemo: jîyan û kar » (bi kurdî, Yêrêvan, 2013); « Pirtûkên Kurdî li Ser Kurdan - Li Ermenîstanê » (bi kurdî, Brûksêl 2016); « Sîber » (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); « Qirme » (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); « Tosinê Ûşan » (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); « Îtbarî » (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); « Hosta Hovannes » (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); « Kilam û Penûs » (bi kurdî Diyarbekir, 2018). 14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên kurd û ermenî bi pêşgotinên Wezîrê Eşo hatine weşandinê, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê. Bilî wan gelek gotar û raporên wî yên bi tayîbetî ser pirsên kurdzaniyê û ser kurdzanan, ser dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtiya Sovyêtiyê û Ermenîstanê bi şiklê lêkolînên zaniyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Awropayê û Herêma Kurdistanê ya fêdêral da bi kurdî, ermenî, rûsî, almanî hatine çapkirin. Çend heb ji wana raporên zaniyarî ne, bi kîjanan Wezîrê Eşo beşdarî konfêransên zaniyarî li eyînî welatan bûye. Weke rojnamevan-pûblîsîst Wezîrê Eşo ji nîveka salên 50î yên sedsala buhurî û vir da deng daye. Bi sedan gotarên wî di rojname û kovarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê, welatên Awropayê û Kurdistanê da hatine weşandin, di malperên kurdî da hatine belavkirin, bi giranî yên ser dîrok û jiyana Kurdên Sovyêtistanê ya çandî. Em îdî derheqa wan komêntar, şirove û nivîsên wî da nabêjin yên ku bi radiyoya Yêrêvanê bi zimanê kurdî, lê usa jî ermenî û rûsî, hatine weşandin. Wezîrê Eşo bi sedan sêmînarên ser dîroka Kurdistanê, bi tayîbetî tevgera azadîxweziya kurd, ser wêje û çanda kurdî, ser kurdzanînê li Ermenistanê û piştra li welatên Awropayê, nemaze Bêlcîka û li Herêma Kurdistanê bi cî anîne. Pirtûkên çend nivîskar û zaniyarên kurd, di nava wê jimarê da yên fêrên ziman û lîtêratûra kurdî bi rêdaktorî, bi serrastkirina Wezîrê Eşo hatine weşandin. Wezîrê Eşo warê wergervaniyê da jî xizmeta pêşxistina wêjeya kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê (pirosayê) bi giranî yên ser jiyana kurdî û qehremanên kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên kurd. Bi wergera wî her wisa jî kurteromana nivîskarê rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernavê « Têmûr û koma wî » beşa pirtûka fêran ya « Zimanê kurdî » ya kirêstomatîk da ya bona sinifa 4a hatiye bi cîkirinê. Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya kurdî jî kiriye. Di radyoya Yêrêvanê da ew pir salan şîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) da yên ser bingeha berhemên nivîskarên kurd û ermenî çêkirî. Du şanoyên radiyoyê jî ser bingeha serhatiyên (novêlên) wî bi xwe yên bi sernavên « Tîgran û Mehmûd » û « Koçekê derewîn » hatine amadekirinê (çêkirinê). Lê komêdiya Wezîrê Eşo ya bi sernavê « Remo, Şemo, Temo û lawik » çend salan ser sehna (dika) Têatiroya Elegezê ya kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandanê. Niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo li ber çapêne û ji bona weşandinê tên amadekirinê : « Wêjeya kurdî li Ermenîstanê », « Stranbêjê kurd yê mezin Şivan Perwer », « Dîrokzanê kurd yê bi nav û deng Şekroyê Mihoyî », « Doxtirê kurd yê lêgêndî Şîraliyê Eşo», « Kurteroman », « Hûnera kurdî ya stranê û mûzîkayê û qeyîdkirina berhemên wê li Ermenîstanê » û yên dinê. Wezîrê Eşo di dawiya jiyana xwe da bi giranî ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dikir ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê salên 1947-1958a. Reşnivîsarên bîranînên Wezîrê Eşo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên stûr dikin. Wek nivîskar û wergêr Wezîrê Eşo yekemîn ronakbîrê kurde li Ermenîstanê û dervayî sînorên wê, ku hêjayî xelata Yekîtiya nivîskarên wê komarê ya bi navê Erebê Şemo (Şamilov) bûye. Ew hatiye hilbijartin weke endamê Yekîtiya nivîskar û Yekîtiya rojnamevanên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê. Ji ber kar û barê xwe yê civakî yê aktîf, bi heyacan ew hatiye hilbijartin wek cîgirê serokê Şêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenîstanê. Piştî hatina li Awropayê Wezîrê Eşo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam dikir wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê, lê piştra bû endamê Bûroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li eyînî bajarî. Ew her wisa jî hatibû hilbijartinê weke serokê şerefê yê rêxistina Kurdên Kavkaziyayê li Bêlcîka.
@hesen4683
@hesen4683 4 года назад
Dest xweş Mamuste. Es di xwazim Çîroka Memebasî ji me re bêjî.
@spc4643
@spc4643 3 года назад
Destê te û dilê te sax be spas dikim ez pir xemgin bum 🙏😥
@rezanozekinci5530
@rezanozekinci5530 3 месяца назад
deste saxbe mamoste
@sipanemili1532
@sipanemili1532 4 года назад
Serkeftin,mala te xana Xwedê be Ayhanê bira
@midiarashidova1708
@midiarashidova1708 4 года назад
Sehet xweş, birayê Ayhan. Her serekeftî û bextewar bî.
@user-px9zp2yw6d
@user-px9zp2yw6d 6 месяцев назад
Wağ Wağ hey Wağ
@Arkana_bak
@Arkana_bak 4 года назад
Başqan kerema xwe parvekên xwe li ser sportify ji parveke. Jiberku her tim RU-vid nikarin vekiri behelin.
@ibrahimhalilhagi6534
@ibrahimhalilhagi6534 4 года назад
Bıra dine wan wana gişta razi be.Zılmaki hatiye ser me gune kafira te. Qe meraqa nekin herge ezdi be herge kurmanj be kurmanci u ezditi ya me ber mirine ye. Heya hokumateki eme ava nekin, eme gav bı gav bihelin.Ayhan brea mini mezin qala kurmance rewane ji bıke. Eyni zılm hatiye ser me ji. Gelo çhi waxt ewana ji beji. Em koka darekine. Geli ezdia muqati hebandına xwe bun. Mala we hezar cari ava be,. Rehma xwede miriya me gişta be.
@aliavsar4236
@aliavsar4236 4 года назад
Diroka kurdâ çûQai kêwın bûye çûQai pırê sılaw mamoste bı têra
@rustamiboyan2643
@rustamiboyan2643 Год назад
Afarm bre dalal, dne nardevana 😢
@xortemeda1995
@xortemeda1995 4 года назад
Serkeftın ♥️♥️♥️🇹🇯♥️♥️♥️
@aliavsar2236
@aliavsar2236 3 года назад
😰
@telmancharchoyan9747
@telmancharchoyan9747 4 года назад
Slave mn tera braye Erhan hemy mleteme bere y naha xeza y zelyli dit ,le heta nha ,naxaze tvaqe ceke,,te basa reva deşta Entabe kr ,Erebe Şemo b kurt seva wi şeri y merxase wi şeri dnvise .Nave axe Sipk ew dnvise
@Arkana_bak
@Arkana_bak 4 года назад
Başqan kerema xwe parvekên xwe li ser sportify ji parveke. Jiberku her tim RU-vid nikarin vekiri behelin.
Далее
Îsmaîlê Besê
10:12
Просмотров 9 тыс.
Ûsiv Kamil Bedirxan Beg
7:36
Просмотров 3,6 тыс.
Help Barry And Barry Woman Scan Prisoners
00:23
Просмотров 3 млн
Survive 100 Days In Nuclear Bunker, Win $500,000
32:21
Tewrata Ozman Axa
9:25
Просмотров 10 тыс.
Mala Kok Axa
11:38
Просмотров 13 тыс.
Ax! Welato: Xerabe Dîgor
28:09
Просмотров 13 тыс.
Seyadê Şame/ Qulingê Birîndar
10:18
Просмотров 23 тыс.
Bextê Hakoyê Ermenî
9:52
Просмотров 4,5 тыс.
Bextê Emerê Huso
10:28
Просмотров 5 тыс.
Seraya Mamed Axa
12:31
Просмотров 4,7 тыс.
Xozan Daxê
10:28
Просмотров 6 тыс.
Çêlikê Evdilkerîmê Eliyê Remo
10:20
Просмотров 9 тыс.
Şekir Axayên Grawi
11:42
Просмотров 15 тыс.
бим бам бум💥💥 типа..
0:18
Просмотров 8 млн
Все ради семьи!❤️
0:55
Просмотров 2 млн