Тёмный
No video :(

Kîjan kulîlk çavê te ne? Kenê min Dizîn -Şerê dil û Hêvîyê - Bihara dûr / Güney Özdemir 

Güney Özdemir
Подписаться 82 тыс.
Просмотров 27 тыс.
50% 1

Helbest: Kamran Simo Hedilî
Mûzîk : Mudî : Strançêk
Deng : Güney Özdemir
Kenê Min Dizîn
zarokî ciwanî û jîn
bi awirên hîcratê
di paşila hev de nalîn
ez rûyê xwe
bi ava bêrîkirinê dişom
li benda çûna ferhenga xwînê
û xemila keskesorê me
li dûrgeha sibehê
rûbar mestên bêmecal in
xewn kabûsên giyan in
falbêj lalên bêziman in
û ez
bi pirtikê Sîmirê hawarê
dihûnim helbestê
bextewariya jîna min
kûsiyê wergeriyayî ser piştê ye
ne werdigerim ser piyên xwe
ne jî dimirim
ew qas sal in dişewitim
xweliya giyanê min
asîman dagirtin
bi bêvînî
bi xemgînî
derya di nava min de digirî
kovanan
ken bi min da ji bîr kir
Şerê Dil û Hêviyê
pêl difûrin dîsa
difûre dilê jar
û dilorîne
nazelîna min
kevoka war
aramiya giyan
bênavnîşana min
bê te
cîhan teng dibe
çira jînê
wateya şanaziya min
li nav siya kujeran
hêviya jînê
jînjiyana min
min kenê xwe
bi pêsîra asîmanê te ve daliqand
tu bextewariya dil
kaniya ken
baskên mêraniya min î
Bihara Dûr
rojê
bi awirên zêrîn
mija raserî xemla sibatê mêht
di malzaroka zivistanê de
bihar pişkivî
xwezayê kirasê xwe guhert
gul bêhnfiroş in
bêhn ji paşila
evîndarên pakrewan difûre
Esmîn dibeşişin
ken tijî hatin e
li ser pişta hespê hêviyê
bîranîn dibin rist
di bîra hestan de govendê digirin
tîtiyên bê guneh hêlînê çêdikin
li kolanên berfa bakur
li ceja hatinê
li Newroza xwe digerim
Kamran Simo Hedilî
#güneyözdemir #şiir #helbest #şair #sînor
#kurdî #hakkari #istanbul #diyarbakır #adiyaman

Опубликовано:

 

2 май 2021

Поделиться:

Ссылка:

Скачать:

Готовим ссылку...

Добавить в:

Мой плейлист
Посмотреть позже
Комментарии : 17   
@gulistansaglam1890
@gulistansaglam1890 3 года назад
Serkeftin mamoste heja👏👏
@mehrecanmelemele107
@mehrecanmelemele107 3 года назад
Tu her hebî ❤🙏🌺
@mehrecanmelemele107
@mehrecanmelemele107 3 года назад
Tu her hebî 🙏❤
@user-vc2lq3ww8r
@user-vc2lq3ww8r 3 года назад
Jana dêst xôş
@nezirulubey5195
@nezirulubey5195 3 года назад
Dev u rıhê te saxbe bırayê hêja u delal. Te rıhê mın mizda
@nurhanakca4744
@nurhanakca4744 3 года назад
Deng,dest, û dilete sag be helbestvan beg👏🌻👍
@ahmetcalkan176
@ahmetcalkan176 3 года назад
Her biji biraye delal ❤
@sevdademir6390
@sevdademir6390 3 года назад
Harika güney Özdemir anlat oku söyle çok içten ve sıcak dökülüyor dillerinden ağzına sağlık başarılarının devamı dileklerimle 🌹
@zerdustcetin4448
@zerdustcetin4448 3 года назад
✌️✌️✌️👍👍❤️
@user-lp5ww7eg6u
@user-lp5ww7eg6u 3 года назад
💞💞💞💞
@monamuslem2806
@monamuslem2806 3 года назад
❤❤❤😘😘😘✌✌✌
@ahmadyunus6605
@ahmadyunus6605 3 года назад
Dest xweş💚❤💛 ❤❤❤ ⚪💛⚪ 💚💚💚
@mustafaail4847
@mustafaail4847 3 года назад
Slm
@evinawelateme1762
@evinawelateme1762 3 года назад
Te akir berda dilê min Bêje bêje
@azadbozan1616
@azadbozan1616 3 года назад
❤❤❤
Далее
best way out of the labyrinth🌀🗝️🔝
00:17
Просмотров 1,9 млн
PORTAL SPAMMER🤬🤬🤬| Doge Gaming
00:19
Просмотров 1,9 млн
Brader - Harunê Min
7:37
Просмотров 12 млн
Mohsen Yeganeh - Behet Ghol Midam ( I promise you )
4:45
best way out of the labyrinth🌀🗝️🔝
00:17
Просмотров 1,9 млн