پۆدکاستێکی تایبەتە بە ژیان و بەرهەمەکانی هونەرمەند ئاسلیکا قادر، هەفتانە هێڤیدار زانا لەگەڵ ئاسلیکا باسی چیرۆکی ژیانی ئاسلیکا قادر و بەرهەمەکانی دەکات
Kurdên Yekîtiya Sovyetê, beşekî girîng ji dîroka kurdan pêk tînin û bi taybetî di warê wêje, muzîk, akademî û şanoyê de xwediyê roleke girîng in.
Wan, bi dehan akademîsyen gihandine, xizmeteke mezin ji kurdolojiyê re kirine, arşîveke giranbuha ji belge, stran û dîroka Kurdistanê berhev kirine û parastine.
Radyoya Êrîvanê, Rojnameya Riya Teze û bi dehan pirtûk nîşana ked û xebata wan a zêdetirî sed salî ye.
Kurdên Yekîtiya Sovyetê bi hejmara xwe ne pir bûn, lê berhemdar bûn. Bi taybetî jî kurdên Komara Ermenistanê.
Podcasta "Welatê Me Kurdistan e" balê dikşîne ser keda rewşenbîrî a kurdên Ermenistanê û bi taybetî jî jiyana kedkara Radyoya Êrîvanê hunermenda dengxweş Aslîka Qadir. Jiyana Aslîka Qadir, beşekî girîng ji dîroka kurdên Ermenistanê li xwe digre.
Di vê podcastê de Hêvîdar Zana û Aslîka Qadir, jiyana kurdên Yekîtiya Sovyetê û bi taybetî kurdên Ermenistanê ji dema piştî Şerê Diwemîn ê Cîhanê ve û heta roja me, qonax bi qonax behs dikin.
Podcasta "Welatê Me Kurdistan e" rojên Înê demjimêr 10.00an tê weşandin.
4 окт 2024