Sebahul xeyri xanê min
Şehê şîrînzebanê min
Tu yî rûh û rewanê min
Bibit qurban te canê min
Te'alellah çi zat î tu
Çi wê şêrînsifat î tu
Ne wek qend û nebat î tu
Yeqîn rûh û heyat î tu
Heyat û raheta can im
Sebahu-l xeyri ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Sebahul xeyri mesta min
Letîfa cam bi desta min
Xumar û meyperesta min
Tu yî meqsûd û qesta min
Ji meqsûdan tu yî bes min
Bibin ber çerxê etles min
Ji xeyrê te nevêt kes min
Bi reştûzên muqewwes min
Di benda zulfê çewgan im
Sebahu-l xeyri ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Ji wê zulfê ji wê bendê
Reha bim lê ji peywendê
Siyehçeşmê sipîzendê
Te sohtim şubhetê fîndê
Şubhê şem' û şemal im ez
Ji ber hubba te lal im ez
Ze'îf im wek hilal im ez
Sifet goyîn dikalim ez
Vi bilbil ra bi efxan im
Sebahu-l xeyri ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Vi bilbil ra şev û rojê
Li ser wê terh û bişkujê
Enîmahê şefeq rojê
Te sohtim şubhetê dojê
Ku dûr im ez ji wê horê
Tinê carek li ser sûrê
Ji Wadîeymena Torê
Tecella kir di nêv nûrê
Ji wê sohtî dil û canim
Sebahu-l xeyri ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Ji husna wê tecellayê
Yedê beyda û balayê
Çi wesfan bêm xeber nayê
Welê dil cezbeyê dayê
Ne hişyar im ji wê berqê
Ji zertacê li ser ferqê
Sipêde da heta şerqê
Belê naêximê ferqê
Ji derbê 'işqê nalan im
“Sebahu-l xeyrî ya xanim”
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Zerîf î nazik î şeng î
Sifet hor î perîreng î
Bi rojê ra tu hevdeng î
Du reştûzên siyehyeng î
Kişandîn lê ne wek caran
Xedengên qewsê nûbaran
Ji rengê şîr û mûkaran
Reşandin sîne wek baran
Ji wê derbê pir êşan im
Sebahu-l xeyrî ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Veke carek xet û xalan
Li ser wan mesned û palan
Bixwîne lê me 'ebdalan
Bibînin 'îd û sersalan
Îcazet dî me destûrê
Perîrengê sifethorê
Ji nêva zulmet û nûrê
Bînoşîn mey di ferfurê
Ji dil talanê xalan im
Sebahu-l xeyri ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Ji şehkasa ku qerqef tê
Meya nûrîn muşerref tê
Nişanek dilberê keftê
Ji bo min her seher xef tê
Ji wê camê dinoşim ez
Seher lew ney li hoş im ez
Ji camê lê dipoşim ez
Bi can her lê dikuşim ez
Ku xalib mest û sekran im
Sebahu-l xeyri ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Were pêşber Melayê xwe
Şehîd û mubtelayê xwe
Bi şefqet ke liqayê xwe
Mela nemrit bi dayê xwe
Mesîhayê li bîmaran
Kesên geztî du reşmaran
Şehîdên şîr û mûkaran
Kirî amancê nûbaran
Li dîdara te heyran im
Sebahu-l xeyri ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
8 окт 2024